Wezareta Derve ya Amerîkayê xelata salane ya Parêzvanên Mafên Mirovan da Kurdekî

30-01-2023
Nîşan Beşdar Hesen Wezareta Derve ya Amerîkayê Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ji nav 600 kesan du kes ji bo wergirtina Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan destnîşan kir ku yek ji wan jî Kurdekî Başûrê Kurdistanê ye.

Parêzer Beşdar Hesen ji Rûdawê re got “Li gel kesek din di warê (kar, rêberî û pêşxistina mafên mirovan û berevaniyê de) ji bo rêzgirtin û wergirtina xelatên salane yên ku ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan a Wezareta Derve ya Amerîkayê ve her sal tên pêşkêşkirin, bo Wezareta Derve hatine vexwendin.”

Hesen got: "Ew dê şeva Yekşemê ber bi Amerîkayê ve bi rê bikeve û biryar e 1ê Sibatê di merasîmekê de xelatê werbigire û gotarekê pêşkêş bike."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji sala 2005an ve her sal xelatê dide du kesan li seranserê cîhanê ku di pêşvebirin, bihêzkirin û parastina mafên mirovan de rolek lîstine. Îsal jî Hesen wê xelata sala 2022an ji bo "serkirdayetî, wêrekî û bandora erênî li ser mafên mirovan" werbigire.

Desnîşankirina berbijêran bi rêya konsolosxane û balyozxaneyên Amerîkayê yên li çaraliyê cîhanê tên kirin. Ji bo xelatên sala 2022an zêdetirî 600 CV û agahî ji dîplomatên Amerîkayê re hatine şandin û ji wir jî ji Wezareta Derve re hatine şandin. Ofîsa Parêzvanên Mafên Mirovan li gorî hin pîvanan du kesan hildibijêre; Merasîma xelatdayînê dê li Washingtonê were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst