Li Dêrsîmê nêçîrvanên biyanî nêçîra ajelên kovî dikin

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, nêçîrvanên ku ji derveyî welat hatine nêçîra ajelên kovî dikin.

Li Dêrsîmê di salên dawî de gelek kesên ku ji derve tên bajêr di serî de nêçîra pezkoviyan û ajelên din ên kovî dikin. Welatiyên Dêrsîmî jî nerazîbûnê nîşan didin û daxwaz dikin rê bo nêçîrvanan neyê dayîn.

Li Dêrsîmê herî dawî dîmenên nêçîrvanên ji derveyî welat hatine nav daristanên gundê Korkesê yê navendê dema nêçîrkirina berazan hatin tomarkirin. Di dîmenan de diyar dibe ku dema nêçîrvan guleyan berdidin, beraz ditirsin û her yek bi aliyekî de belav dibe.

Herwiha dîmenên nêçîrvanan ku berazekî nêçîrkirî li pey otombîlê girêdane û dixişikînin ji aliyê welatiyekî ve hatine tomarkirin. Dîmen bû sedema nerazîbûnên zêde.

Ji aliyê din ve li Dêrsîmê li 4 kesên ku pezkoviyek kuştibûn 264 hezar û 576 lîre ceza hat birîn.