Li Şirnexê ji ber mij û moranê çûnûhatin zehmet bûye

30-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Qilaban û Bêşebabê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê du roj in barîna berfê berdewam e û ji ber mij û moranê çûnûhatin zehmet bûye.

Li navçeyên Qilaban û Bêşebabê ser bi parêzgeha Şirnexê 20 santîmetre berf bariya ye û rêya 4 gund û gundikekî jî hatiye girtin.

Tîmên girêdayî şaredariyê bi armanca vekirina rêyan dest bi kar û xebatê kirine.

Herwiha li navenda bajêr jî ji ber mij û moranê çûnûhatina welatiyan zehmet bûye û tîmên trafîkê hişyariyê didin ku welatî tedbîrên xwe werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst