Li Kerkûkê êrişî Polîsê Federalî kirin; Kuştî û birîndar hene

30-01-2022
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev li navçeya Hewîce ya li başûrê Kerkûkê, li dijî xaleke Polîsê Federalî yê Iraqê êrişek çekdarî pêk hat û li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyekî ji nav hêzên Polîsê Federalî yên li Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li sînorê gundê Ehmed Teyar li nahyeya Riyaz a ser bi qezaya Hewîce ve êrişî ser xaleke Lîwaya 3 a Polîsê Federalî hatiye kirin.

Di encama êrişa îşev de li gor zanyariyên destpêkê 2 polîsên federalî hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Li gor tomara Nexweşxaneya Fêrkirinê ya Azadî ya Kerkûkê ku ji bo Rûdawê hatiye şandin, yek ji wan polîsên ku di êrişa îşev de hatiye kuştin, navê wî Nûr Ebas Mubarek e, ji dayikbûyê sala 1994 û xelkê parêzgeha Diyale ye.

Heman çavkaniyê got, bi nîşangir (qenas) teqe li xala Polîsê Federalî hatiye kirin û gule li serê kuştiyan ketiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst