HSD û Hevpeymanan têkildarî girtîgeha Hesekê daxuyaniyên nû dan

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê ragihand ku operasyonên lêgerînê yên li Girtîgeha Sinaa ya bajarê li Hesekê bi dawî bûne û hêzên wan tevahiya girtîgehê ewle kirine. Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku HSD'ê bi operasyoneke serkeftî ew dever ji çekdarên DAIŞ'ê paqij kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan operasyonên li avahiyên mayî yên li girtîgeha Sinaa bi dawî kirine û girtîgeh niha bi temamî ewle ye.

HSD dibêje, “Di çarçoveya pêngava operasyonên berfireh ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dest pê kirine, em radigihînin ku operasyona lêgerînê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi dawî bû, her wiha radigihînin ku operasyonên lêgerînê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li avahiyên bakurê girtîgehê yên mayî bi dawî bûn.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku “Fermandariya Giştî ya HSDê têkildarî êrişa dawî ya li ser girtîgehê dê di demekê pêş de daxuyaniyekê bide û agahiyên berfireh parve bike.”

Li aliyekî din, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî derbarê operasyona li Hesekê daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê amaje bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo paqijkirina Girtîgeha Xiwêranê ji çekdarên reviyayî yên DAIŞê kiriye û ragihandiye, girtî bo navendeke bihzêkirî û tundkirî hatine veguhastin, daku rê li ber revîna bêtir a DAIŞê bê girtin.

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî (SOJTF-Levant), Isaac Peltier dibêje, "Ev têkçûnek mezin a DAIŞê bû ku di dawiyê de bû sedem ku piştrastî çê bibe ku girtî di nav navendeke tund de ne ku ew dê qet nekarin jê birevin.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ser wê yekê ku HSDê bi piştgiriya Koalîsyonê li derdora girtîgehê kontrola xwe didomîne û tê gotin: “Bersiva lezgîn a HSDê ya li hemberî êrîşan û hewldanên wê yên di tevahiya têkoşînê de hejmara qurbaniyan kêm kir. Rewş bi danûstandinan hat kontrolkirin û di encamê de piraniya êrîşkaran teslîm bûn û dîl hatin berdan. Herwiha HSDê serkirdeyên payebilind ên DAIŞê bi awayekî serkeftî girtin.”

Hevpeymaniya Navdewletî herwiha dibêje, çekdarên DAIŞê yên birîndar ku xwe radestî HSDê kirin, dema bo girtîgeha nû hatin veguhastin, hatin dermankirin û serederiyeke mirovane li gel wan hat kirin,

HSDê beriya çend rojan ragihandibû, ku 60 heta 90 çekdarên DAIŞê li aliyê bakurê girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê li ber xwe didin û xwe radest nakin. HSDê banga radestkirina bi ewle li wan çekdarên DAIŞê kiribû, û tekez kiribû eger ew çekdar xwe radest nekin, ew dê bi dijwarî bersiv bidin.

Çi bibû?

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta heft rojan şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam bûn û li gor HSDê, 10 hezar şervanên wan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar bûn.

Di 26ê Çileya 2022an de HSDê kontrolkirina Girtîgeha Sinaa ya li Hesekê ragihand, lê rojek paşê da xuyakirin, ku di navbera 60-90 çekdarên DAIŞê li bakurê girtîgehê mane û xwe radest nakin.

Piştî wê yekê jî HSDê û Asayişa Rêveberiya Xweser li nav bajarê Hesekê û li hundirê Girtîgeha Sinaa, operasyonên lêgerînê destpê kirin.

Ji ber rewşa aloz a li Hesekê, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di 24 Çile de bo dema heftiyekê qedexeya hatin û çûnê li Hesekê ragihand, ku dê heta 31ê Çile berdewam be.