Ji ber nebûna sotemeniyê xwe li ber tavê germ dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber pêla sermayê ku seranserê Kurdistanê daye ber xwe, li Rojavayê Kurdistanê jî bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike. Li ser vê yekê ji ber sir û sermaya zivistanê daxwazeke zêde ji bo sotemeniyê çêbûye. Ji ber nebûna sotemeniyê welatî xwe li ber tavê germ dikin û daxwaz dikin ku sotemenî ji wa re bê dabînkirin.

Welatiyê 90 salî Apê Şeban ji bo sotemeniya wan neqede, heta tîrêjên rojê hebe, ew xwe li ber rojê germ dike, da ku sotemenî têra wî heta dawiya zivistanê bike. Şeban Hisên Elî dibêje ku sermayê êşa pişt û çogên wî dijwartir kiriye û xewa şevê lê kiriye hisret.

Welatî Şeban Hisên Elî got “Me rojê ji xwe re eciband. Me nexwest em mazotê xerc bikin. Eger em li hindir bin, hindir cemidiye. Em derketin ber rojê, ji bo ku em sobê vemirînin.”

Ji ber pêla sermayê ya dijwar ji destpêka sala nû ve daxwaz ji bo mazota germkirinê zêde bûye, û careke din krîz li Rojavayê Kurdistanê rû dide.

Li gor Rêveberiya Sotemeniyê heta niha bêhtirî 126 milyon lître mazot li Cizîrê belav kiriye û ji bo para duyem belav bikin, pêdiviya wan bi 5 milyon û 2 sed û 50 hezar lître mazot heye. Herwiha tenê birekî biçûk ji vê hejmarê li welatiyan belav bûye.

Rêveberê Gerînendeya Sotemeniyê ya li Cizîrê Ebdilselam Ebas ragihand “Ji bo herêma Cizîrê heta niha me 126 milyon û 800 hezar lître mazot belav kiriye. Piraniya herêma Cizîrê bi dawî bûye, lê sê bajar li pêşiya me mane. Qamişlo beşek biçûk maye, li gorî planziya ku em jê re dikin, heta 5ê Sibatê em dê wê derê bi dawî bikin.”

Aliyên pêwendîdar dibêjin ku, krîza ku niha rû dide ji ber ku daxwaz pir e û berhem kêm e.

Beriya niha jî zanyarî belav bibûn ku mazot bi qaçaxî ji deverên Rêveberiya Xweser derbasî navçeyên hikûmeta Sûriyê û oposizyonê dibûn û du qat li wan deran tê firotin, lewma mazot li  Rojavayê Kurdistanê kêmpeyda ye. Rêveberiyê ji bo şopandina vê babetê komîte avakirin lê heta niha wan behsa desetserkirina tu qeçaxçî nekiriye.