Li Êlihê 4 kesên ji malbatekê ji gaza sobeyê bi jehrî ketin

30-01-2022
RÛDAW
Nîşan Êlih Bakurê Kurdistanê Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercewsê ya ser bi parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê ve, 4 kes ji ber gaza karbonmonoksîda ji sobeyê bi jehrî ketin.

Li gundê Merwanî yê ser bi qezaya Kercewsê, jin û mêrek û du zarokên wan bi sedema gaza karbonmonoksîda ji sobeyê jehrî bûn.

Navê herdu hevjînan Abdulhakîm û Hamîde û navê herdu zarokên wan jî Yurdesev (7 salî) û Bawer (4 salî) hatiye ragihandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên tendirustiyê Abdulhakim û Hamîde û zarokên wan Yurdesev a 7 salî û Bawerê 4 salî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê veguhestin.

Hatiye ragihandin, rewşa tendirustiya her 4 kesan baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst