EFRÎN - Otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya Raco hat teqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Otomîla Serokê Encûmena Xwecihî ya Raco hat teqandin û kurê wî bi giranî birînda bûye

Otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Raco yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê îro, 30/01/2022, bi mîneke hat teqandin û di encamê de kurê serokê Encûmenê bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyekê ji navçeyê ji Rûdawê re ragihand ku sibeha îro, yekşemê, otomobîla Xelîl Serokê Encûmena Xwecihî ya Raco Hec Oso bi mînekê hat teqandin.

Li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê de, kurê serokê Encûmenê bi giranî birîndar bû lê Serokê Encûmenê bi xwe di nav otomobîlê de nebûye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Zanyariyên zêdetir li ser rewşa Efrînê...