Li Efrînê malbatên Kurd ji alîkariyan têne bêparkirin

30-01-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên Sûriyê de ye malbatên Kurd ji alîkariyan têne bêparkirin.

Çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine ku ofîsa hewarçûnê ya Encûmena xwecihî ya wî bajarî û Rêkxisitna Şefeq a Tirkiyê, navê wan malbatên ku beriya niha ji lîsteya alîkariyan hatibûn derxistin vegerandin, tenê malbatên Kurd ji wê lîsteyê hatine derxistin.

Her malbatek 50 dolaran weke alîkarî werdigire, lê herdû aliyan navê malbatên Kurd ji lîstê derxistine.

Berî mehekê Rêkxistina Şefeq ya Tirkiyê, navê sê hezar kesan ji lîsta sûdmendên alîkariyan derxistin, 2 hezar ji wan Kurd bûn, piştre xelkê li ser vê yekê nerazîtî nîşan dan.

Welatiyên Kurd li Efrînê di rewşeke xirab de dijîn, binpêkarî û siyaseta cudakariya di navbera wan û Erebên hawirde de berdewam e, niha ew ji alîkariyên mirovî jî tên bêparkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst