Şanda Partiyên Bakur serdana PYNK û Pêşverû kir

30-01-2021
RÛDAW
Nîşan PDK-Bakur PAK PSK PYNK Partiya Pêşverû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Partiyên Bakurê Kurdistanê bi armanca gotûbêjkirina rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê serdana Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Partîya Pêşveru kir.

Şandeka ku ji Berdevekê PDK-BakurHişyar Ozalp, Nûnerê Partiya Azadiya Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Orhan Kaya û ji Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Velî Koparan pêk tê îro Şemiyê 30 Çileya 2021an li Silêmaniyê serdana PYNK û Partiya Pêşverû kirin.

Şanda navborî ewil li ser navê PYNKê Yusuf Kuti ve hat pêşwazîkirin.  Pêşî nunerên şanda partiyên Bakurê Kurdistanê derbarê rewşa Bakur de agahî dan, paşê jî li ser navê PYNKê Yusuf Kutî derbarê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, hevdîtinên di nevbera partiyên Kurd û kiryarên Tirkiyê yên li Rojava bi hurgilî eşkere kir.

Yusf Kutî da zanîn ku divê diyaloga Kurdî-Kurdî teqez biserkeve, ji bo vê ew bê şert û merc ji hevdîtinan re amade ne û piştê vegera nûnerên Amerikayê diyalog dê cardin destpê bike.

Kutî anî ziman ku eger pêvajoya diyalogê têk biçe dê dawî li destkeftiyên Kurdan bê. Herwiha behsa wê yekê jî kir ku Tirkiye dixwazê bi anina Erebean demografiya Efrîn, Girêspî û ciyên din  biguhurine û di dawî de herêmê Tirkîze bike.

Nunerê PYNKê di derbarê ziyareta şanda Partiyên Bakur bo ENKSê xweşhaliya eşkere kir û got, eger ENKS jî hewl bide dê proseya diyalogê bi hêsantir serkeve.

Di hevdîtinê de nunerên partiyên Bakurê Kurdistanê jî behsa wê yekê kirin ku, dê qezencên Başurê Kurdistanê dê li Rojava jî destkevin, ji bo destxurtiya hêzên Kurd hewcedarî bi tifaka Kurd heye û tenê bi wî awayî “planên dagirkeran” dê têkbiçin.

Nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê herwiha gotin: “Pêwist e hêzên Kurd ji hev re rêz bigrin û herwisa kiryarên Tirkiyê yên li Rojava tucarê nayê qebulkirin.”

Di ziyarete da herdu aliyan jî girîngiya rola Amerika, Serok Mesûd Barzanî û Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlum Kobanî ya proseya diyaloga Kurdi-Kurdi anîn ziman.

Paş vê ziyaretê şanda Partiyên Bakur serdana Partiya Pêşveru (Partiya Demokrat a Pêşveruya Kurd li Suriyê) kir. Li ser navê Partiya Pêşveru Elî Şemdîn pêşwaziya şandê kir.

Di hevditinê de Eli Şemdin da zanîn ku divê qedera Rojavayê Kurdistanê bi deste partiyên Rojava bê tayînkirin û got: “Em pişgirîya diyaloga di navbera ENKS û PYNKê dikin û eger têkbiçe ew dê bibe felaket bo Rojava.”

Şemdîn herwiha  eşkere kir ku ew dixwazin di pêvajoya diyaloga Kurdî-Kurdî de cî bigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst