Rêxistinên mafên mirovan li ser rewşa Efrînê dîdarekê saz dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamiş yê Rojavayê Kurdistanê îro 5 rêxistinên mafên mirovan dîdareke navdewletî encam didin.

Li gor zanyariyan mijara sereke ya dîdara wan rêxistinên mafên mirovan, binpêkirinên hêzên Tirkî û hêzên radîkal in ku li Efrînê pêk tînin.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wê 200 kesên mafnas û xwedî bandor jî ji çend welatan Ewropa û welatên hevsînor beşdar bibin, ku beriya niha vexwendin ji wan re hatibûn şandin.

Her li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê kesên ji derve, dê bi rêya online beşdarî dîdarê bibin û mebest ji vê dîdarê belgekirina binpêkirinan û şikandina bêdengiya navdewletî, û peydakirina vegereke ewle ye ji bo koçberan.

Navên wan 5 rêxistinên ku dê beşdarî dîdara li Qamişlo bibin bi vî awayî ne; Rêxistina Mafên Mirovan a Cezîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojavayê Kurdistanê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan li Sûriyê û Navenda Destpêşxeriya Bergiriyê.

Ji Adara 2018an ve ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşeke berfireh ketiye jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.