Li Kerkûkê zext li 250 malbatên Kurd tê kirin ku malên xwe vala bikin

30-01-2021
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Hêzên ewlekariyê li taxa Erefe bi ser malen kurdan de digire û daxwaza valakirina xaniyan dikin
Hêzên ewlekariyê li taxa Erefe bi ser malen kurdan de digire û daxwaza valakirina xaniyan dikin
Nîşan Kerkûk Erefe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev çend e roj e bi fermana rêveberiya parêzgeha Kerkûkê ku polîs û hêzên ewlekariyê bi ser malên Kurdan ên li taxa Erefeyê li Kerkûkê de digirin û zextê li wan dikin ku ji malên xwe derbikevin. Xelkê taxa Erefayê li hemberî wan kiryarên rêveberiya bi ser Kerkûkê de hate spandin daxwaza alîkariyê ji Serok Mesûd Barzanî dikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ev çend car e polîs û hêzên ewlekariyê êrişî niştecihên Kurd ên taxa Erefa ya Kerkûkê dikin ku pêştir ji ber rejîma Baesê reviyabûn û di sala 2003an de dîsa vegeriyabûn bo ser mal û warên xwe.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku di du rojên borî de bi berdewamî polîs û hêzên ewlekariyê bi ser malên Kurdên li taxa Erefeyê ya Kerkûkê de digirin û dixwazin Kurdan ji cihên wan derbixin.

Herdî Mihemed da zanîn ku herwiha çend hes kes hatine desteserkirin û herî dawî jinek ji wan desteserkiriyan bi kefalet hatiye azadkirin û ew ji daxwazê ji serkirdeyên Kurd dike ku alîkariya wan bikin.

Bacî Altûn nîşteciha taxa Erefeyê wiha behsa desteserkirina xwe kir: “Sibê zû bi ser mala me de girtin û xwestin ez herin binkeya polîsan. Li malê zilam nîne, min ji wan re got kes nîne, lê wan ez birim. Dema ji bo dane îfadeyê çûm, ji min re gotin ku tu dê werî girtin. Hincet jî ew e ku malên me yên kompaniyê ne. Min got eger cihek hebe ez herim dê derbikevim. Herwiha gotin ku hûn dê kireya ku ev çend sal e di xanî de mane bidin. Bi kefaleta 5 milyon dînar ez azad kirim.”

Bacî Altûn herwiha daxwazekê arasteyî Serok Mesûd Barzanî dike bo alîkariya wan bike û dibêje: “Daxwazek me ji Serok Barzanî heye tiştekê ji bo me bike û bi hawara me vê bê. Êdî bes e ev zilma tê serê me. Niha weke heyama Sedam, me digirin û zîndanî dikin.

Kesek din ji taxa Erefeyê jî dibêje: “Li vê derê 250 malbatên Kurd hene û dixwazin me ji malên me derbixin. Bi vê hincetê her roj tên hinek kesan desteser dikin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an rêveberiya Kerkûkê bi berdewamî ji malbatên Kurd ê li taxa Erefeyê daxwaz dike malên xwe vala bikin, lê nîtecihên taxê li berxwe didin ku ji malên xwe dernekevin.

Kurdên wê taxê piştî sala 2003ê hatine vegeryana taxê û beşej ji wan li avahiyên hikûmetê hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst