Li Geverê di depoyekê de 2 term hatin dîtin

30-01-2021
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêrg Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gever a ser bi Colemêrgê ve termên du kesan di depoyekê de hatin dîtin.

Li gor zanyariyan li taxa Gungor a Geverê termên 2 kesan din di depoyekê de hatin dîtin.

Her li gor zanyariyên hatine bidest xistin, bi agahdarkirina xelkê, tîmên emnî û hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê.

Di encama lêkolînên tîmên tendirustî de diyar bû ku ew termên kesên bi navên Abîdîn Ozçuk û Enver Ozçuk in.

Ew herdu term ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin rakirin.

Derbarê sedema mirina wan herdu kesan jî tê gumankirin ku ji duxana komirê jehrî bûbin.

Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst