Oznur Bartin: Bi destekî sîstematîk zext li gelê Kurd tê kirin

30-01-2020
Nasir Elî
Hevseroka Şaxa HDPê ya Wanê dibêje desthilatdariya Tirkiyê dixwaze tirsê bixe di nav gelê Kurd de
Hevseroka Şaxa HDPê ya Wanê dibêje desthilatdariya Tirkiyê dixwaze tirsê bixe di nav gelê Kurd de
Nîşan HDP Qeyûm Wan Oznur Bartin Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Hevseroka Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Oznur Bartin ragihand ku desthilatdatriya Tirkiyê dixwaze tirsê bixe di nav dilê gelê Kurd de, lê gelê Kurd qet gaveke paşde neavêtiye û li ser doza xwe berdewam bûye. Oznur Bartin herwiha got ku niha bi destekîsîstematîk zext li gelê Kurd tê kirin.

Hevseroka Şaxa HDPê ya Wanê Oznur Bartin bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û derbarê danîna qeyûman li şûna şaredariyên HDPê û rewşa jinên Kurd de axivî.

Oznur Bartin bibîr xist ku di hilbijartinên wan demên dawiyê de her tim HDP bi serketiye û got: “Xelkê Wanê dengê xwe didin HDPê û jê re dibêjin em dixwazin hûn xizmeta gel bikin, lê mixabin îradeya gel nayê qebûlkirin û li şûna şaredariyên me qeyûm hatine danîn. Girtin, desteserkirin û şikandina îradeya polîtîk li ser HDP û gelê Kurd dizivire.”

Bi gotina Oznur Bartin ji ber danîna qeyûm û girtina siyasetmedaran di nav xelkê de nerazîbûneke mezin heye û derbarê vê yekê de jî ew dibêje: “Dixwazin gel bindest bibe, nexweşiyan bibîne û hêjar bibe. Bêguman ev yek bandorê ji pîran bigire heta xortan, jinan hemûyan dike. Tirs xistine di nav dilê gel de, lê gel qet gaveke paşve neavêtiye û bi tevahiya germahiya xwe piştevaniya HDPê dikin. Me ev rojên nexweş ne bes îro dîtine, herwiha me dîroka xwe de jî komkujî, girtin û tinebûn dîtine. Lê niha bi destekî sîstematîk zext li gel tê kirin.”

Li ser zehmetiyên jinan jî Bartin got: “Bi taybetî li ser jinan tişteke cuda têne mêşandan û van demên dawiyê de gelek hevalên me yên jin girtine û dixwazin jinan bindest bikin û bixin di malan de. Wate ji bo jina dibêjin xwe bêdeng bike. Bi taybetî ew jinan ditirsin. Sedema sereke girtinan jî ev e. Jin neheqiyê qebûl nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst