Galeriya wêneyan

30-01-2020
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Bi serpereştiya liqa Hewlêrê ya Sendîkaya Hunermendên Kurdisitanê, roja Çarşemê, 29.01.2020, pêşangeheke şêwekariyê bo şêwekara Îranî, Meryem Şêrzad li galeriya sendîkaya hunermendan hat vekirin.

Meryem Şêrzad derbarê pêşangehê de ji Rûdawê re ragihand, “Di vê pêşangehê de 14 tabloyên rengareng û qebareyên min ên ciyawaz hatin nîşandan ku şêwazê pêkanîn û rengrêjkirinê nû ye û hemû jî sirûşta ciwan a Kurdistanê, aramî û asayişa Herêma Kurdistanê wesif dikin.”

Hîwa Suad, Serokê Liqa Hewlêrê ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê jî ji Rûdawê re ragihand, “Em weke Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê, deriyê me vekiriye bo hemû hunermendan, bêyî ciyawaziya ziman, regez û netew. Em girîngiyê bi asta hunerê didin, beşa şêwekariya liqa me hest bi wê kir ev jina şêwekar a Faris behreyeke baş di warê şêwekariyê de heye û komeleke taobloyên ciwan çê kirine , me jî pêşangehek bo vekir..