Hereketa Azadî: Derdê me ne demokrasî ye, rizgarkirina welat e
Amed (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Hereketa Azadî Metin Pîranî ragihand ku divê Kurd berî daxwaza pêkanîna demokrasiyê, welatiyê xwe “jêr dagirkeriyê” rizgar bikin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Hereketa Azadî Metin Pîranî bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û derbarê rewşa rewşa Kurdan de axivî.
Metin Pîranî da zanîn ku tevgera wan ev 4 sal e xebatên xwe didomînin û pêştir jî ew weke însîyatif hebûn û derbarê armanca tevgerê de wiha axivî: “Konsepta me ew bû ku ruhê 1925ê bînin vê rojê. Bi vî awayî di tevgera neteweyî ya Kurd de rengek îslamî jî çêdibe. Mixabin di salên 60î, 70î û 80î de gelek rêxistinên Kurd hebûn ku bi felsefeya marksizîm, lenîzîm û çepitiyê de bi herikin hebûn, lê bi vî awayî kesên oldar ji hereketa Kurdî dûr ketine û valahiyek hebû û di vê valahiyê de Hereketa Azadî derket.”
Bi gotina Metin Pîranî di nav Hereketa Azadî de dubendî û perçebûn çênebûye û derbarê vê mijarê de ew dibêje: “Mixabin li Kurdistanê, tevahiya Rojhilata Navîn û heta em dikarin bibêjin li cîhanê her tişt di destê berpirsan de ye. Em her du salan carekê berdevekê hereketa xwe diguherînin, yê herî dawiyê jî (Ayetullah Aştî) dema wî hatibû were guhertin, lê wî nexwest dest jê berde, hevalên me kesekî din diyar kirin, lewma ew bixwe ji me veqetiya. Di nav me de perçebûn nîne û Hereketa Azadî li ser kar û xebatên xwe berdewam e.”
Pîranî, sedema bihêznebûna wan li Bakurê Kurdistanê bi rewşa heyî ve girê dide û dibêje: “Me bingiheke kûr û dirêj tine bû, weke însiyatîf û hereket ev 8 sal e em hene. Xelk Kurd û Kurdistan hate dagirkirin, ev dagirkirin ji aliyê mejî ve, ji aliyê siyasî û partiyan ve hatiye kirin. Em di wê baweriyê de di rojên pêş de bi ked û xebatan em dê hereketa xwe birfirehtir bikin.”
Li ser mijara hewldanên Partiya Vetan ku dixwaze nav û sembolên rêberên Kurd ên weke Şêx Seîd û Seyîd Riza li Bakurê Kurdistanê bêne rakirin wiha axivî: “Her çend Hereketa Azadî di rêya oldariyê de biherike jî ev yek ne tenê di berpirsiyariya wê de ye. Divê tevahiya partiyên Kurdistanê berpirsiyariya wê lixwe bigirin û bersiva wê yekê bidin, lê deng ji ti kesî derneket. Me û çend saz û rêxistinan xwest meşekê bikin, lê pêşiya me girtin.”
Derbarê xebatên avakirina “yekîtiya netewî ya Kurd” Pîranî dibêje: “Di dîroka cîhanê de gelek xelk hene ku bindest mane. Rizgarbûna wan jî bi awayeke rêxistinbûn û nirxên netewî ye. Minak dema Cezayîr ji aliyê Fransayê ve hat dagirkirin, rabûn li ser pêyan û gotin ku ‘em Ereb in, zimanê me erebî ye û navê welatê me Cezayîr e.’ Ti îdeolojî tevlîhev nekirine û li ser xeteke netewî têkoşîna xwe berdewam kirine û şoreşa xwe pêk anîne û a niha dewleta wan heye. Divê Kurd jî bi vî awayî binêrin. Tu daxwaza demokrasî û mafê mirovan bikî tiştek e, û rizgarkirina welateke hatiye dagirkirin tişteke din e. Derdê me ne demokrasî ye, divê em van her du tiştan ji hev cuda bikin. Mixabin hinek partî û fraksiyon netewperweriyê weke kevneperstiyê dibînin. Heger berjwendiyên hizbetiyê danîn aliyekê, em dikarin li ser nirxên netewperweriyê bêne ba hev.”