ŞIRNEX – 15 herêm hatin qedexekirin û operasyon hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Şirnexê 15 navçe weke ‘herêmên serbazî’ hatin ragihandin. Li Çiyayê Gabarê jî artêşa Tirkiyê operasyonek da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Şirnexê, li wî bajarê bakurê Kurdistanê, 15 navçe weke ‘herêmên ewlekariya taybet’ hatin destnîşankirin.

Herwiha li gor wê daxuyaniyê, ew navçeyên ku herêmên çiyayên Cûdî, Gabar, Kato û herwiha zozana Feraşînê jî di nav de ne, ji 31ê Çileyê heta roja 14ê Sibatê hatine qedexekirin û nabe hemwelatî derbasî wan navçeyan bibin.

Li aliyê din artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gabarê, li dijî gerîlayên PKKê, bi navê ‘Kapan-5’ dest bi operasyoneke nû kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hejmareke cerdevanan jî di nav de, bi giştî 780 kes di wê operasyonê beşdar in.