Li Xarpêt û li Meletiyê 138 avahiyên divê demildest bên hilweşandin hene

30-01-2020
RÛDAW
Nîşan Erdheja Xarpêtê Meletî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniya Tirkiyê Murat Kurum ragihandr ku li herdu bajarên Xartpêt û Meletiyê 138 avahiyên avahiyên divê demildest bên hilweşandin hene

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniya Tirkiyê Murat Kurum bi Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê re li Walîtiya Xarpêtê derbarê erdheja Xartpê de civîneke rojnamevanî saz kirin.

Murat Kurum diyar kir ku li Xarpêtê 118 û li Meletiyê 20 avahiyên divê demildest bên xerabkirin hene.

Kurum da zanîn ku li navenda Xarpêtê û navçeyên Sivrîce û Madenê 58 avahî xera bûne, 568 avahî xisareke mezin û 531 avahî kêm xisar dîtin û ji wan dê 118 avahî demildest bên xerabkirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniya Tirkiyê got ku Li Battalgazî, Doganyol, Kale, Puturge û Yeşîlyurta Meletiyê 430 avahî xera bûne, 4 hezar û 125 avahî xisareke mezin dîtine û 20 avahî jî divê demildest bên hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst