Çekdaran li devera Şera ya Efrînê darên zeytûnan birrîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Şera ya herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û Erebên hawirde bi sedan darên zeytûnê birrîne.

 

Dîmenên ji nav gundê Şera didin xuyakirin ku li derdora vî gundî û çend gundên din ên deverê, grûpên çekdar û Erebên Hawirde bi sedan darên zeytûnan ên gundiyan birrîne û dibirrin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, raportek derbarê birrîna daran de derxistiye. Li gundê Qeretepe, grûpên çekdar, nêzî 60 darên zeytûnan birrîne. Muxtarê gundê Qeretepe gilî li ba polîsên Efrînê û Şera tomar kir, lê bê encam bû.

 

Li gundê Mişelê jî, çekdarên Firqeya Sultan Murad, bi fermandariya Nasir Nehar 500 darên zeytûnan birrîne. Li gundê Xirabê Şera, Erebên hawirde 32 darên zeytûnan li navbera Xirabê Şera û Qitmê birrîne.

 

Erebên hawirde dest danîne ser dikanên gundiyan û ji bo firotina darên birrî bi kar tînin. Çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye, bi fermandariya kesekî bi navê Ebû Besam darûberên deverê dibirin.

 

Her tonek êzing bi 12 hezar lîreyên Sûrî difiroşin, tevî ku bihayê tonek êzing di rewşa asayî de ne kêmtirî 30 hezar lîreyên Sûrî ye.

 

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve herêma Efrînê kontrol kirine, bi hezaran darên zeytûnan ên xelkê herêmê li ser destê çekdar û Erebên hawirde hatine birrîn. Herwiha bi sedan hektar darûberên herêmê hatine şewitandin.