XANEQÎN - Zêdetirî 450 malbatên Kurd warê xwe bi cih hişt

30-01-2019
RÛDAW
Zêdetirî 450 malbat ji Xaneqînê ber bi Silêmanî, Hewlêr û Kelar koç kirin
Zêdetirî 450 malbat ji Xaneqînê ber bi Silêmanî, Hewlêr û Kelar koç kirin
Nîşan Xaneqîn Kurd Malbat Koç
A+ A-

Xaneqîn (Rûdaw) – Du koçên berevajî hev li Xaneqîn û derdora wê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve bi temamî sîmayê wê deverê diguherandine. Li gor amarên nefermî, di salekê de zêdetirî 450 malbat ji Xaneqînê ber bi Silêmanî, Hewlêr û Kelar koç kirine. Herwiha  zêdetirî 1550 malbat jî gundên xwe vala kirine, berevajî vê, bi dehan malbatên Ereb jî ji Diyaleyê ber xwe dane Xaneqînê.

 

Rêveberê berê yê Fermangeha Madeya 140 Ednan Mensûr, yek ji wan kesan e ku ji ber nearamî û tirsa çarenivîsa wê deverê, berê xwe daye Silêmaniyê.

 

Ednan Mensûr ku Rêveberê berê yê Fermangeha Madeya 140 e û ew kes e ku bi awayekî berdewam ji bo ku sîmayê Kurdistanî yê Xaneqînê ji vê zêdetir neguhere dixebitî, dibêje: “Em ji 16ê Cotmehê ve derketine, em venegeriyane Xaneqînê, ji ber ku em ditirsin. Bi sedan malbatên Ereb jî şandine Xaneqînê.”

 

Her çiqas Serokê Encûmenqa Xaneqînê û qaymeqamê navçeyê dibêjin ku nivîsa rêdana derketinê nadin ti malbatekê, lê ev nikare pêla koça Kurdên wê deverê bide sekinandin.

 

Xaneqîn yek ji wan deverên nakokî li ser e û çendîn sal e madeya 140 rê nade vegere ser Başûrê Kurdistanê. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, hêzên Iraqî bêyî ku guh bidin yasa û rayedarên îdarî yên wê navçeyê, deriyê têketinê ji bo bi dehan Ereban vekirine, rê jî li ber wan xweş kirine ku milk bikirrin û bibin xwediyê xanî.

 

Serokê Encûmena Navçeya Xaneqînê Semîr Nûr Mihemed dibêje: “Li paş me, bi alîkariya Rêveberiya Tapo, parêzgar û Bexda 57 xanî kirine bi navê Ereban, me zext li wan kir, lê sûd neda û kirin.”

 

Ti yasayek tine ye ku qaymeqam neçar bike ku rêgirî li hatina hinek kesan û çûna xelkê bike, ji ber ku niha Xaneqîn ji aliyê fermî ve beşek ji Iraqê ye û xelk ji her kuderê Iraqê werin, dikarin li Xaneqînê bijîn.

 

31 gundên Xaneqînê hatine valakirin. Gundên ku dibistanên wan ên Kurdî hebûn, deriyên xwe girtine û xwendina Kurdî li nav Xaneqînê rastî gefa erebkirinê hatiye.

 

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Germiyanê Dara Hemîd dibêje: “Em li pey vê mijarê ne û diçin cem polîs û dadgehê daku rêyê yasayî bigrin ber xwe, çimku em wisa difikirin ku ev li navçeyê destpêka erebkirinê ye û dixwazin dibistanên Kurdan werin girtin.”

 

Xaneqîn navçeyeke Kurdistanî ya firepêkhate ye û ji 13 taxan pêk tê, nêzîkî 200 hezar kes têde dijîn. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, xelkê navçeyê hest bi aramiyê nakin. Tenê di sala 2018an de çekdarên DAIŞê 46 êriş kirine ser hêzên Iraqî û di encamên wan êrişan de 33 kes kuştine û 35 kes jî birîndar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst