Xortê ku li ser Pira Delal xwe kuşt evîndar bû

Duhok (Rûdaw) – Xortê bi navê Ebdulbarî Nûrî ku li ser Pira Delal a Zaxoyê, xwe bi demançeyê kuşt, derket holê ku dotmama xwe hez kiriye û dotmama wî bi yekî din re zewiciye û xort jî xwe ji ber vê yekê kuştiye. Bavê xortê ku dîmenên xwekuştina wî li ser medyaya civakî belav bûye dibêje ku haya wî jê tinebûye kurê wî ji dotmama xwe hez dike.

 

Pira Delal ji bo xelkê Kurdistanê, bi taybetî ji bo xelkê Zaxoyê cihê tomarkirina bîranînên xweş e, lê ji bo malbata Ebdulbarî Nûrî heta hetayê bû cihê bîranîneke tal, çimku kurê wan ê 18 salî êvara roja 27ê Çileya 2018an li ser wê pirê bi guleyeke demançeyê dawî bi jiyana xwe anî.

 

Ebdulbarî Nûrî ji navçeya Şingal ji malbateke misilman bû û sal û nîvek bû li navçeya Sêmêl niştecih bûbû.

 

Bavê Ebdulbarî: Haya me jê tinebû kurê me evîndar bûye

 

Bavê Ebdulbarî behsa sedema xwekuştina kurê xwe dike û dibêje: “Piştî bûyerê wisa belav bûye ku kurê min ji keçikekê hez dikir, lê belê li cem me qal nekiriye, qet qala zewacê jî nedikir.”

 

Dîmen û gotinên Ebdulbarî ji ber çavê bavê wî qet naçe ku Ebdulbarî cilê xwe li xwe kiriye û jêre gotiye “ev cilê min ê zavatiyê ye min li xwe kiriye, ezê herim qeraxa çemê Xabûrê bimeşim.”

 

"Ebdulbarî ji dotmama xwe hez dikir"

 

Umêd Ebdusetar ku hevalê Ebdulbarî ye û pirî caran li gel hev bûne dibêje ku Ebdulbarî keçeke mamê xwe hez dikir, lê çend meh berê dotmama wê zewicî bû.

 

Umêd Ebdusetar behsa wê şeva ku Ebdulbarî ji bo hezkiriya xwe giriyaye dike û dibêje: “Şeva serê salê em li cem hev bûn. Demjimêr 01:30ê şevê bû, wî ji min re got 'ez dixwazim herim mala mamê xwe yê li Zaxoyê', demjimêr 02:20 bû em gihiştin mala mamê wî, me biryar dabû ku em bi şev li wir bimînin, lê piştî pênc xulekan Ebdulbarî got 'em herin hotêlê', em çûn xwaringehekê, demjimêr sisêyê sibê bû, telefona xwe derxist û li messengera xwe nihêrî, yekser dest bi girînê kir û got 'vê keçikê gelek zilm li min kir'.”

 

Her çi qas ku Ebdulbarî raz û niyaza xwe ji Umêd re behs nekiribe jî, Umêd dibêje: “Ez dizanibûm dotmama xwe hez dike, lê dotmama wê çend meh berê zewicî bû, lewma gelek dilgiran bû.”

 

Umêd Ebdusetar diyar dike ku dilê hevalê wî Ebdulbarî li ser Zaxoyê bû, lewma gelek caran serdana Zaxoyê dikir, lê wisa xuya ye pêwendiya hezkirina Zaxoyê bi evîna wî heye.

 

Ebdusetar behsa roja bûyerê dike û dibêje: “Roja şemiyê li min telefon kir û got 'li ku yî', min got 'li Zaxoyê me', got 'baş e ez jî têm Zaxoyê', demjimêr didoyê piştî nîvroyê bû, birayekî wî bi telefonê li min geriya û got 'te Ebdulbarî nedîtiye?', min got 'na, lê wî got ezê werim Zaxoyê û emê hevdû bibînin'.”

 

Umêd çend caran bi telefonê li Ebddulbarî digere, lê bersiv nade. Birayê Ebdulbarî careke din li Umêd digere û li Ebdulbarî dipirse, lewma Umêd careke din bi telefonê li Ebdulbarî digere, Umêd dibêje: “Gava min telefon kir, kesekî telefonê vekir û got xwe kuştiye.”

 

Dîmenên xwekuştina Ebdulbarî gelek bilez li ser medyaya civakî belav bû. Welatiyê bi navê Nêçîrvan Eyub ku dîmenên wî tomar kiriye ji Rûdawê re ragihand: “Ez li nêzîkî Pira Delal bûm, min dît ku ew xort bi hêrs û bi dengê bilind bi telefonê diaxive, piştre telefona xwe avêt nav çemê Xabûrê, piştre çend gule teqand, min jî telefona xwe derxist û min ew kişand, dûvre guleyekê bera serê xwe da.”

 

Li ser belavkirina vîdeoyê Nêçîrvan Eyub diyar kir: “Birastî ez nediwêriyam nêzîkî wî bibim, çimku min wisa zen dikir ku dîn e yan jî serxoş e, tirsiyam tiştekî were serê min, lewma min nekarî alîkarî bikim. Min vîdeoyê jî ji ber wê yekê belav kir ku bila xizmên wî bizanin xwe kuştiye û guman li kesekî din nekin.”