'Bila artêş vegere nav Kerkûkê'

30-01-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Iraq Rakan Seîd Cibûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, Rakan Seîd Cibûrî daxwaz kir, ku artêş cardin vegere nav bajarê Kerkûkê û got, bûyerên ewlehiyê yên ku li Kerkûkê çê dibin, ji ber vekişîna Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê ji wê parêzgehê ye.

 

Rakan Seîd Cibûrî îro Sêşemiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Komîteya Ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê ku parêzgar serokatiya wê dike, daxwaza vegerandina hêzên artêşê bo Kerkûkê kiriye.

 

Cibûtî got, komîteya ewlehiya parêzgehê daxwaz ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û Wezareta Bereveniya Iraqê kiriye, ku Fermandariya Operasyonên Kerkûkê li paêrzgehê bihêle û bo cihekê din veneguhêze.

 

Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ew post wergirtiye, herwiha da xuyakirin, “vekişandina hêzên artêşê û bicihkirina hêzeke din li Kerkûkê bûye sedema çêbûna bûyer û giriftên ewlehiyê li wê parêzgehê.”

 

Rakan Seîd Cibûrî diyar kir, ku DAIŞê valahiyên vekişîna ji nişka ve ta hêzên artêşê û hatina hêzeke din ji xwe re weke derfet bi kar aniye û her di wê demê de çekdarên wê rêxistinê êrişî ser çend navend û binkeyên hêzên hikûmetê li navçeya Hewîceyê kirin.

 

Seîd Cibûrî destnîşan kir: “DAIŞê bi rêya tonêlan li bajarokên Ebasî û Zab êrişan pêk tîne û li derdora navçeya Hewîceyê jî çekdarên DAIŞê êrişan dikin û piştre xwe diveşêrin, ku ew yek bûye sedema nîgeraniyê.”

 

Hêzên artêşa Iraqê yên ser bi Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ku di 16ê Cotmeha 2017ê de derbasî nav Kerkûkê bibûn û li wê parêzgehê bicih bibûn, ew dema 2 rojan e ku ji navenda bajarê Kerkûkê vekişiyane û li cihê wan hêzên Polîsê Federalî bicih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst