HEWLÊR - Serxweş bûn û hevalê xwe dane ber kêran û kuştin

30-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Hewlêr Serxweş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê du kesan hevalê xwe bi kêrê kuştin.

 

Li gorî agahiyan, li gundê Bereke yê nêzîkî bajarokê Hîranê ku ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, 3 kes ku hevalên hev bûne, ji bo geşt û seyranê bi hev re diçin derve, lê piştre di navbera wan de gotegot û alozî çêdibe.

 

Di encama wan aloziyan de, 2 kes ji wan hevalê xwe yê din didin ber kêran û wî dikujin.

 

Polîsê Hewlêrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, şeva bihorî 29ê Çileya 2017ê hêzên polîs ji bûyereka kuştinê li gundê Bereke yê ser bi bajarokê Hîranê ve hatin agahdarkirin.

 

Polîsê Hewlêrê dibêje, piştî agahdarbûn ji wê bûyerê, hêzên polîs xwe gihandin wî cihî û dest bi pişkinînê kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, “derket holê ku 3 hevalan bi mebesta geştkirinê berê xwe dane wî cihî û piştre dest bi vexwarina meyê kirine, paşê di navbera wan de alozî derketiye û di encamê de 2 ji wan, hevalê xwe yê din dane ber kêrê û bi kêrê lê dixin û wî dikujin”.

 

Polîs daye xuyakirin, kesê ku hatiye kuştin, navê wî Mîqdad Kemal Ebdullah e û temenê wî 26 sal e. Di daxuyaniya polîs de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku piştî bûyerê her du kesên tawanbar hatine girtin.

 

Di daxuyaniyê de, navê tohmetbaran bi “Ş.A.M” û “Y.I.A” hatiye û tê gotin, ku îtiraf kirine ku wan ew tawan encam daye. Li gorî îtirafên wan kesan, di dema kuştina kesê din de, ew li ser hişê xwe nebûne.

 

Polîsê Hewlêrê tekez kiriye, ku lêkolînên li ser bûyerê hêj berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst