Rojhilat/Sine – Li nav bajêr 1500 nargîle hatin şikandin! (wêne)

30-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Sine (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, bi sedan nargîle (li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin Qeliyan) li ber çavên welatiyan hatin şikandin û pelixandin.

Li bajarê Sine û hinek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê, bikaranîna nargîle di cihên giştî yên mîna park û holikên şaredariyê de qedexe ye lewma ewên wî karî dikin, tên cezakirin û nargîleyên wan jî tên jinavbirin.

Duh danê sibê li bajarê Sine jî 1500 nargîleyên ku li nav bajêr hatibûn komkirin, li ber çavên welatiyan, bi dozer û xeltekan hatin pelixandin.

Li gorî malpera KurdToday, Alîkarê Şaredarê Sine di xizmetguzariyên bajêr de, Areş Roxzadî, ku li wir amade bû, diyar kir ku kî li cihên giştî qeliyanê bikar bîne dê were cezakirin û qeyliana wî jî were şikandin.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst