Wezareta Ewqaf: Mizgeft bes e, alîkariya malbatên Pêşmerge û şehîdan bikin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarekî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ji karsaz û dewlemendan xwast, li şûna çêkirina mizgeftan alîkariya malbatên Pêşmerge û şehîdan bikin.

Berpirsê Pêwendiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî, Merîwan Neqşbendî ji Rûdawê re got, di heyama du salên borî de zêdetirî 450 mizgeft li Başûrê Kurdistanê ji aliyê karsaz û dewlemendan ve hatine çêkirin. Ji bo çêkirina wan zêdetirî 50 milyon dolar hatiye xerckirin.

Merîwan Neqşbendî da zanîn ku 53 mizgeft jî li ber dest in û tên çêkirin her wiha daxwaza çêkirina 13 mizgeftên din jî pêşkêşî Wezareta Ewqaf hatiye kirin.

Wî rayedarê Wezareta Ewqaf diyar kir ku çêkirina mizgeftan ji aliyê karsaz û dewlemendan ve karekî baş û bi xêr e lê êdî daxwaza me ji wan ew e ku di rewşa niha de zêdetir alîkariya malbatên şehîd û Pêşmerge bidin.

Li Başûrê Kurdistanê, 5 hezar û 335 mizgeft bi fermî hatine tomarkirin.