Li Sine jin li ser çawaniya bikaranîna keresteyên makyajê tên fêrkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên keç di warê çawaniya bikaranîna keresteyên xemilandinê her wiha aliyên nebaş ên keresteyên makyaj û xemilandinê yên qaçax tên perwerdekirin.

Li gorî ajansa ÎSNAyê ya îranî, berpirsê xwarin û derman ê zanîgeha pijîşkî ya Sine Dr. MIhemed Temîmî, di civîna encumena nehîştina keresteyên qaxaç ên xemilandinê de ragihand, li seranserê parêzgehê di heyama 9 mehên borî de (ji Newroza par heta dawiya Kanûna par) zêdetirî 3 hezar û 500 xwendekarên keç ên di qonaxa lîseyê de derbarê çawaniya bikaranîna rast a keresetên makyaj û xemilandinê hatine fêrkirin.

Dr. Temîmî da zanîn, her wiha li ser zirar û aliyên nebaş ên bikaranîna keresteyên qaçax ên makyajê jî ew xwendekar hatin agahdarkirin û hezar û 331 salonên makyajê jî hatin kontrolkirin û 527 kes ji endamên Yekitiya Jinên Makyoz ên parêzgehê hatin perwerdekirin.