Li Bakurê Kurdistanê rêya 564 gundan hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Wan, Mûş, Bedlîs û Qersê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 564 cih û waran girtî ye.
Li Erziromê bi taybetî ji ber berfa ku pêr bariya, rêya 281 gunda hat girtin.
Ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Qers
Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî ji ber barîna berfê rêya 7 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên vekirina rêyên gundan ên ji ber berfê girtî ne, didomînin.
Wan
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya bajêr ji ber berf û bagerê rêya 68 gund û 95 mezrayan hat girtin.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo ku rêyên girtî vekin, xebatên xwe didomînin.
Ji ber berfê navçeya Miksê jî çîlspî bû.
Li navçeya ku rêyên gelek gund û mezrayan hatine girtin, zarok bi golikên berfê lîstin û bûka berfê çêkirin.
Bedlîs
Li Bedlîsê jî ji ber berfê di hatin û çûyînê de tengasî çêbû.
Li bajarê ku bi berfê çîlspî bû xelk û şofêran zehmetî kişand.
Ekîbên Şaredariyê û Rêbejayan xebatên xwe yên paqijkirina berfê li ser rêyan domandin.
Birêvebirê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ji ber berfa ku li bajêr dem demî barî, rêyên 58 gundan ji hatin û çûyînê ra hatin girtin.
Kurtkan got ji bo ku welatî nekevin tengasiyê ew ê di demeke kin da rêyên girtî vekin.
Mûş
Li Mûşê jî ji ber berfê hatin û çûyîna 55 gundan rawestiya.
Berfa ku ev 2 roj in dem demî dibare bandoreke neyînî li ser hatin û çûyînê kir.
Tîmên girêdayî Birêvebirya Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê li ser rêyên gundan dest bi xebatê kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji ber berfê rêya 55 gundan hatin girtin.
Yentur da zanîn ku ew bi 50 makîneyên kar û 65 personelan dixebitin û got ew dê di demeke herî nêz de rêyên girtî vekin.
Colemêrg
Li gorî Îdareya Taybet a Bajêr rêya 11 gund û 40 mezrayan ên ku duh ji ber berfê hatibûn girtin jî bi saya xebata ekîban hat vekirin.
Ekîb li ser rêyên gundan xebatên firehkirinê didomînin.
Ekîbên şaredariyê ev du roj in navenda çarşiyê û rêyên taxan ji berfê paqij dikin.