‘Armanca hevdîtina bi Ocalan re ew e ku Kurd negihêjin mafên xwe’
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Hanefî Turan da zanîn ku “Armanc fetisandina Pirsgirêka Kurdan û girêdana wê ya bi azadiya hinek girtiyan ve ye”.
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder doh çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir.
DEM Partiyê derbarê naveroka hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
“Di hevdîtinê de ku pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, Birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.”
Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Hanefî Turan ji Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Hanefî Turan ragihand ku dê hevdîtina bi Ocalan re dê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin bike.
Hanefî Turan da zanîn ku armanceke hevdîtinê ew e ku YPG xwe radestî Şamê bike û Kurd negihêjin mafên xwe yên bingehîn.
Hinek xalên girîng ên ku Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Hanefî Turan anîne zimên wiha ne:
“Tiştên ji bo qedera miletê Kurd tên axaftin dê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin bike.
Divê bi awayekî vekirî li hemberî miletê Kurd mesele were axaftin.
Gotinên Ocalan dê li ser tiştên dewlet û Bahçelî jê dixwazin bin.
Divê hevdîtinên bi Ocalan re zelal bin û ji raya giştî re werin ragihandin.
Ew dixwazin li ser Rojavayê Kurdistanê hinek gavan bavêjin.
Armanc ew e ku YPG xwe radestî Şamê bike û Kurd negihêjin mafên xwe yên bingehîn.
Armanc fetisandina Pirsgirêka Kurdan û girêdana wê ya bi azadiya hinek girtiyan ve ye.
Em jî dixwazin zîndaniyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku bi hezaran in, werin berdan.
Ocalan û Demîrtaş jî di nav de divê girtiyên siyasî werin berdan.
Pirsgirêka Kurdan ne ew e ku Ocalan derkeve derve yan jî di malê de were desteserkirin.
Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka miletê Kurd a bi sedan salan e.
Miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo bigihêje mafên xwe yên bingehîn di nava têkoşîneke bêhempa de ye.”