Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd xwepêşandan kirin.
Jinan silogana "Jin, Jiyan, Azadî" li gel ala Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bilind kirin û daxwaz kir ku desthilata nû li Sûriyeyê rêzê li destkeftên wan bigire.
"Nîzama hatiye nîzama DAIŞê ye, ew ji bo qetilkirinê hatine"
Xwepêşander Perîşan Remezanê got, "Em dixwazin jinên li Sûriyeyê di hemû deran rabûn mafên xwe bi dest bixin.
Çi leşkerî, çi siyasî di hemû qadan de rola xwe di Sûriyeyê de bibînin û vê nîzamê qebûl nekin.
Nîzama ku hatiye ji ya Beşar Esed xerabtir e, nîzama DAIŞê ye.
Ew rola jinan qebûl nakin, ew hatine xerakirin, qetilkirinê û mafekî jinan qebûl nakin. Em wekî jin vê yekê qebûl nakin."
Jin ji wê yekê ditirsin ku desthilata nû ya li Şamê mafên wan bi hinceta Îslamê bin pê bike, ew mafên ku di 10 salên borî de di çarçoveya Rêveberiya Xweser de bi dest xistine.
"Em îslamiyetê û dînê xwe jî dizanin"
Xwepêşander Necah Umerê wiha anî ziman, "Em dixwazin mafê me winda nebe.
Îro yê ku ketiye dewsa Beşar Esed dixwazin me jinan winda bikin bi terîqetên Îslamiyetê.
Terîqeta îslamiyetê nikare me winda bike. Em îslamiyetê jî, dînê xwe jî dizanin. Bila nebêjin em razayî ne, em şiyar in bi îzna Xwedê."
Jinên xwepêşander dixwazin mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de misoger bin, da ku bikaribin bi azadî jiyana xwe di hemû waran de bi rê ve bibin.
“Divê Sûriye bi demokrasî û wekheviya jinan bê avakirin"
Berdevka Rêxistina Jinan Kongreya Sitarê Rîhan Loqoyê got:
"Divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de hebe û jin bi îradeya xwe, bi rêxistinbûyîna xwe, bi tevger û saziyên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de cîh bigirin.
Divê îradeya jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bê erêkirin û Sûriye bi demokrasiya jinan û wekheviya jinan bê avakirin."
Piştî ketina rejîma Esed û kontrolkirina desthilata Sûriyeyê ji aliyê Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) ve ku wekî şaxa Qaîdeyê dihat naskirin, nîşanên metirsîdar ji bo jinên Sûriyeyê derketine holê, wekî ferzkirina hîcabê û sînordarkirina tevgera jinan li çend saziyên hikûmî û cihên giştî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse