Karvedanên li dijî cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê: ‘Sedema girtina wê parvekirina Alaya Rengîn e’

29-12-2023
Mihemed Emîn Demir
Karvedanên li dijî cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê: ‘Sedema girtina wê parvekirina Alaya Rengîn e’
Karvedanên li dijî cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê: ‘Sedema girtina wê parvekirina Alaya Rengîn e’
Nîşan Alaya Tirkiyeyê Alaya Rengîn Şêx Seîd Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê karvedanên li dijî cezayê parvekirina alaya Tirkiyeyê ku Dadgeha Xinisê daye neviyeke Şêx Seîd berdewam in.

Li gorî biryara dadgehê, divê neviya Şêx Seîd, Ruşen Firat 30 rojî li ser hev, alaya Tirkiyeyê li ser hemû platformên xwe yên torên civakî belav bike.

Dadgeha Xinisê ya li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku berî 7-8 salan li ser tora civakî alaya Kurdistanê parve kiriye cezayê 30 roj parvekirina alaya Tirkiyeyê da neviya Şêx Seîd Ruşen Firatê.

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê mijar bir Parlamentoya Tirkiyeyê û anî ziman, divê ev ceza demildest bê rawestandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê got:

“Alaya Tirkiyeyê, ala wek ceza tê bikaranîn. Ev bi awayekî îbretane nîşanî me dide ku desthilata darazê çiqas kêfî û bêsînor tê bikaranîn.

Divê ev biryar demildest bê betalkirin. Baroya Amedê li HSKyê gilî tomar kiriye û ez dibêjim qey dê HSK derbarê dadgehê de tedbîrên pêwîst wergire.”

Parêzerê dozê jî diyar kir ku biryar neyasayî ye û di dîrokê de nimûneya vê biryarê nîne.

“Sedema girtina wê berî 7-8 salan li ser tora civakî Alaya Rengîn parve kiriye”

Parêzerê Ruşen Firat Ensar Firat jî li ser biryarê anî ziman:

“Sedema girtina wê jî berî 7-8 salan li ser tora civakî Alaya Rengîn parve kiriye û di kongreya HDPyê de wêneyek girtiye û parve kiriye.

Ji bo van tiştan cezayê dixwazin. Di şertê kontrola edlî de jî dadger dibêje tu dê her roj ala Tirkiyeyê parve bikî, heger nekî ez dê bavêjim girtîgehê.

Ev ne biryareke hiqûqî ye, kêfî ye û di nav hiqûqê de mînaka wê nîne. Piştî wê biryarê Baroya Amed, Şirnex û Rihayê li ser dadger gilî kir.

Me jî îro ji bo îtiraza edlî serladana xwe çêkir, em li hêviya biryara dadgehê ne.”

Berî demekê jî ji ber navê cadeya Şêx Seîda Amedê, partiyên nijadperest ên Tirkiyeyê gotinên kirêt ji Şêx Seîd re kiribûn.

Li gorî neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat ev kiryarên di rojên dawî de bi qest û plan tên kirin û ew wek malbata Şêx Seîd ti carî ji helwêsta xwe paş de gavan navêjin.

“Hin destên qirêj hene”

Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî got:

“Bi nêrîna me hin destên qirêj hene û berî hilbijartinan dixwazin mesajan bidin. Şêx Seîd Efendî nirxekî Kurd û Kurdistanê bi tevahî ye û li ser wî bi zimanekî tund heqaret kirin û gel jî ev qebûl nekir.”

Piştî bicihkirina cezayê Ruşen Firatê, bi hezaran kesan wek nerazîbûn li ser platformên torên civakî dîmenên alaya Kurdistanê parve kirin.

Ruşen Firat niha neçar e 30 rojî li ser hev alaya Tirkiyeyê li ser hesabên xwe yên X, Facebook û Instagramê parve bike û hefteyê 3 rojan biçe qereqola polîsan û îmzeyê bavêje.

Eger ew van tiştan neke dê were girtin û ji girtîgeha jinan re bê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst