Girê Spî: Tirkiyeyê 10 girtî birin girtîgeheke Rihayê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê 10 girtî ji zindana "Dije Terorê" ya bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê birin girtîgeheke parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, 27ê Kanûna Pêşînê hêzên Tirkiyeyê bi piştevaniya grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê 10 girtiyên ku di nav wan de 3 jin jî hene ji zindana "Dije Terorê" ya Girê Spiyê birine Rihayê.

Li gorî polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve, ew her 10 girtî 10ê Tebaxê dema ku wan xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin li gundê el-Munbetihê yê Girê Spiyê hatine.

Li gorî polîsên serbazî, di meha Kanûna Pêşînê de ev cara şeşem e ku hêzên Tirkiyeyê girtiyan ji zindanên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dibin girtîgehên Tirkiyeyê.