Hesekê: Bi mûşekan êrişî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin

29-12-2023
RÛDAW
Hesekê: Bi mûşekan êrişî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin
Hesekê: Bi mûşekan êrişî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin
Nîşan Hesekê Hevpeymaniya Nawdewletî Berxwedana Îslamî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi mûşekan êrişî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya li parêzgeha Hesekê kir.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku grûpeke Şîe ye ragihand, wan bi mûşekan êrişî baregeha hêzên Amerîkayê ya Xerab Cîrê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê herwiha got:

“Me bi gelek mûşekan êrişî baregeha Xerab Cîrê ya dagirkeran kir.”

Grûpa çekdar herwiha diyar kir ku êriş ji bo “komkujiya siyonîstan” a li dijî gelê Xezeyê bersivek bûye.

Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê ya nêzîkî Îranê ye bi daxuyaniyekê dîmenên êrişê belav kirin.

Di destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve zêdetirî 100 caran êrişî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst