AMED - Otomobîlek li barhilgira kêleka rê qelibî: 3 mirî, 4 birîndar!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê otomobîlek li barhilgireke ku li kêleka rê rawestiyabû qelibî 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza danê êvarê li navçeya Erganiyê ya Amedê li ser rêya Riha-Amedê rû da.

Otomobîla ku Ahmet Tekîn (36) diajot, li barhilgira ku şofêrê wê Fatîh M. bû û li kêleka rê rawestiyabû qelibî.

Ji ber qezayê barhilgir ket korta li kêleka rê û Emîne Ekîncî (57), Osman Çap (39) û Aynur Tekîn (53) ên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Şofêr Ahmet Tekîn û Kader Ç. (37) û şofêrê barhilgirê Fatîh M. û H.K. jî birîndar bûn.

Tîmên ku li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

Tîman piştî lêkolînê cenazeyên kesên di qezayê de mirin ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku malbata di otomobîlê de ji Edeneyê ji şîna xizmekî xwe vedigeriya.