GEVER – Di hezazê de barhilgirek hindik ma ji zinar biketa: 3 birîndar

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hezaz Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Gever-Colemêrgê çiya bi ser barhilgirekê de herifî, 3 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî Xezekyanê li ser rêya Gever-Colemêrgê hezaz çêbû.

Parçeyên zinar û keviran beşeke mezin a rê bi temamî girtin.

Di dema hezazê de barhilgira ku kelûpelên înşaatê lê barkirî bû di bin keviran de ma.

Barhilgira ku di bin hezazê de ma li bendên hesinî yên li kêleka rê ket û hindik ma ji zinar biketa û biçûya nav çem.

Di qezayê de 3 kesên di barhilgirê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û AFADê çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji wesayîtê hatin derxistin û tîman ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Tîman ji bo vekirina rê dest bi kar û xebata paqijkirinê kir.

Piraniya bendên hesinî yên li kêleka rê ji ber hezazê zerer dîtine lê beşa ku barhilgir lê asê maye saxlem e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst