Li Rihayê 129 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 129 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha 15 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Rihayê li seranserê parêzgehê operasyoneke rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan da destpêkirin.

Di operasyonê de 129 koçber hatin desteserkirin. Herwiha 19 kes jî bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî birin Rêvberiya Koç û Koçberan a Rihayê.

19 kesên bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hatibûn destserkirin jî piştî karûbarên îfadeyê şandin dadgehê.

Li dadgehê 15 ji wan bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin û ew birin girtîgehê.

2 ji wan 4 kesên din jî bi mercê kontrola dadî û 2 jî bê merc hatin berdan.