Îlhamî Işik: Şert û mercê operasyonê bo ser Rojavayê Kurdistanê nemaye

29-12-2022
RÛDAW
Nivîskar û şîrovekar Îlhamî Işik
Nivîskar û şîrovekar Îlhamî Işik
Nîşan Îlhamî Işik Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 11 salan ji qutbûna peywendiyên wan, Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê roja Çarşemê li Moskowê bi navbeynkariya Rûsyayê civiyan. Îlhamî Işik piştî vê civînê got, “Şert û mercê oparasyonê bo ser Rojavayê Kurdistanê nemaye.”

Aliyên beşdar, civînê bi “erênî” û “avakerane” dibînin. Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusi Akar dibêje, wan li hev kiriye ku ev civîn berdewam bibin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar anî ziman, “Yek ji giringtirîn xala ku me behs kir ew bû ku armanca me ya sereke şerê terorê ye û ti armanceke me ya din tune ye. Me ragihand ku armanca me bêalîkirina endamên rêkxistinên terorê ne wek PKK/YPG û DAIŞ ku ew jî gef in li ser Sûriyê. Me li hev kir ku ev civîn berdewam bibin. Armanc û hêviya me ew e ku di zûtirîn dem de aştî û aramî û seqamgîrî bê navçeyê.”

Tevî hemû hişyariyên Rûsya û Amerîkayê, berpirsên Tirkiyê bê navber gefa oparasyoneke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li dijî HSDê dikin. Lê beşek ji şirovekaran di wê baweriyê de ne, şert û mercê encamdana oparasyona serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê nema ye.

Nivîskar û şîrovekar Îlhamî Işik got, “Şert û mercê oparasyonê bo ser Rojavayê Kurdistanê nemaye. Heger hebûya, Erdogan dê ji mêj ve kiriba û ew ê bibûya garantiya wî ya hilbijartinê. Daxwaza civînê Tirkiyê kiriye, ev tê wê wateyê daxwazên Sûriyê ji Tirkiyê zêdetirin. Dibêje êdî vekişin, li vir deshilateke rewa heye, wan pêkhateyan nehêlin, ji ber ew rêkxistinên terorîstîne. Rêveberiya Sûriyê wan pêkhateyên ku Tirkiye piştîvaniya wan dike wek rêkxistinên terorîstî dibîne.”

Ev di demekê de Tirkiye YPGê wek baskekî PKKê yê Sûriyê dibîne û dibêje ku movika piştê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.

Tirkiye di navxweyê Sûriyê de, piştgiriyê li hejmareke hêzên çekdarî yên bi navê opozisyona Sûriyê dike ku civaka navdewletî ew xistine lîsteya terorê.

Heta niha Tirkiyê bi alîkariya van hêzên çekdar sê oparasyon li ser Rojavayê Kurdistanê encam dane, ya herî dawî bi navê Kaniya Aştiyê bû di sala 2019ê de ku li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst