Li Îdirê wesayîta leşkerî wergeriya: 12 birîndar

29-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, îro 29ê Kanûna 2022an di qezayeke trafîkê de 12 leşker birîndar bûn.

Li navçeya Têşberûnê ya ser bi parêzgeha Îdirê, îro 29ê Kanûnê tekerê otombîleke zirxî ya Fermandariya Sînorî ya 5emîn teqiya û wergeriya. Di encama bûyerê de 1 jê bi giranî 12 leşker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. 12 leşkerên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin. Hat ragihandin rewşa 11 leşkeran baş e.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî 26ê Kanûna 2022an wesayîta leşkerî wergeriyabû û di encamê de 6 leşker birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst