Partiyên Tifaqa Kurdistanî wek piştgirî li Amedê serdana DBPê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî piştî ku hefteya bihorî polîsan bi ser baregeh û avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin û piştî girtina Hevserokê Giştî yê wê partiyê û desteserkirina serokên rêxistinên wê partiyê yên li 13 parêzgehan, îro li Amedê serdana Ofîsa Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya a DBPê kirin û piştgiriya xwe bo wê partiyê nîşan dan.

Rêveber û berdevkên partiyên Tifaqa Kurdistanê piştî hevdîtina bi rayedarên DBPê re, daxuyaniyeke kin dan medyayê û girtina Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Amedê Hayrettîn Altun şermezar kirin.

Rayedarên Partiyên Tifaqa Kurdistanî, operasyona li dijî DBPê weke “êrîşeke li dijî gelê Kurd” nirxandin.

Di kongreya rojnamevanî de, herwiha qala civîna duh a Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û Wezîrê Berevaniya Sûriyê ku piştî 11 salan yekem car li Rûsyayê hatibû lidarxistin hat kirin û hat gotin ku ev civîn weke hewldana avakirina "eniya xerab" a li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin.

Aliyên beşdar herwiha bang li Rûsyayê t kirin ku nebe hevparê şerê li dijî Kurdan.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî, Berdevkê Komeleya Demokratên Kurd ên Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCDê û Wekîlê HDPê yê Agiriyê Bedran Ozturk beşdarî civînê bûn.