Trajediya malbateke Kurd; Zilam li ser banê malê girêdan û hevjîna wî bi fîşek û kêran kuştin

29-12-2022
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Wêneyê Hêro Sebah û hevjînê wê Goran Cewher.
Wêneyê Hêro Sebah û hevjînê wê Goran Cewher.
Nîşan Kerkûk Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahyeya Şuwan a Kerkûkê 3 kesên çekdar bi rûyê nixûmandî çûne ser maleke Kurdan, dest û piyên zilamê malê girêdane û hevjîna wî ya bi navê Hêro Sebah (29 salî) dane ber kêran û guleyan û ew kuştine.

Bûyer duh Çarşembê 29ê Kanûna 2022an li Komelgeha Simayilbeg a ser bi nahyeya Şuwan a Kerkûkê çêbûye.

Sozan Ebû Ziyad cîranê wê jina ku hatiye kuştin, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Min baz da dengê qêrînê hat, min derî vekir Xesûyê got hûn çima nayên haya we ji mala kurê min be, kuştine. Min got kî kuştiye, got bûka min hatiye kuştin û kurê min li ser banê malê hatiye girêdan. Ez hatim, bav û mam û birayê hevjînê wê hatibûn, jinik xistin di nav betaniyê de û birin, hêj rih di bedena wê de hebû.”

Hêzên polîs çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine. Hêzên Polîs derbarê bûyerê de lêkolînê bi Goran Cewher, hevjînê wê jinê re jî dikin. Wî ji polîsan re gotiye, berê gef lê hatiye xwarin û gule jî berdane wî.

Geylan Cewher birayê Goran dibêje, demjimêr 03:00 birayê wî Goran telefona wî kiriye daku bi hev re biçin kar, ew 20 xûlekan piştî telefonê gihîştiye cih û dîtiye ku bûyereke wisa çêbûye.

Geylan dibêje, ew yekemîn kes e ku piştî bûyerê gihîştiye mala birayê xwe û dîtiye ku birayê wî li ser ban hatiye girêdan û hevjîna wî jî bi dijwarî hatiye birîndarkirin ku herî dawî ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Geylan Cewher herwiha behsa wê demê dike ku gihîştiye mala birayê xwe Goran û dibêje: “Zarok hatin pêşiya min, ez derketim derve min telefona bavê xwe kir û ew jî gihîştin û em çûne hundir. Jin birîndar bibû li hundirê malê û birayê min jî li ser banê malê hatibû girêdan.”

Piştî ku hevjîna Goran Cewher a bi navê Hêro Sebah canê xwe ji dest da, termê wê birin gundê Serbîrê ku warê wan e û li wê derê hat veşartin.

Malbat û xizmên Goran Cewher û Hêro Sebah bi hev re li goristanê amade bûn û di merasima şînê de jî bi hev re ne. Ti aliyek guman li aliyê din nake û di gilînameya li cem polîs de ji her du malbatan navê ti kesî nehatiye. Her du malbat li benda lêkolînên hêzên polîsên Kerkûkê ne daku bikujan desteser bikin û radestê dadgehê bikin.

Sebah Serbîrî bavê Hêroyê ji Rûdawê re axivî û got, “Li gor raporta pizîşkî, şeş derbên kêran li wê xistine û guleyek jî li serê wê ketiye û derneketiye. Ew keça me beriya heftiyekê li cem min bû li Pirdê, bi hevjînê xwe re çûn Hewlêrê û hatin. Gumana me li ti kesî nîne, çimku me belge li ser ti kesî nîne.”

Goran û Hêro ew du sal bûn ku bi hev re zewicîbûn. Goran pêştir bi keseke din re zewicîbûye lê ji hev cuda bûne. Ji zewaca berê du zarokên Goran bi navê Sîma (11 salî) û Hozan (8 salî) hene.

Her du zarok li dibistanê dixwînin, Sîma di pola pêncan û Hozan jî di pola duyan de dixwîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst