Li Rojavayê Kurdisatnê ji bo rêgirtina li ber vîrûsan dibistan tên dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Perwerdehiyê ya Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa sermayê, dibistanan derman û paqij dikin.

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser ê Cizîr a Rojavayê Kurdistanê Mistefa Ferhan ragihand, bi alîkariya Desteya Tenduristî û Rêveberiya Xwecihî ya Şaredariyan û Jîngehê, ji roja Sêşemê ve, wan dest bi dermankirina dibistanên Cizîrê kirine.

Mistefa Ferhan dibêje armanca paqijkirina dibistanan ew e ku rê li ber belavbûna virûsa influenzayê û hinek nexweşiyên çerm ên ku belav dibin bigire.

Ji roja Sêşemê ve, heta 1ê meha 1 sala 2023yan, ji ber belavbûna wê virûsê dibistan hatine girtin.