Jeffrey bo Rûdawê: Çekdarên hevpeymanên Tirkiyê tawanên şer kirine

Hewlêr (Rûdaw) - James Jeffrey ji Rûdawê re ragihand, grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve tawan şer kirine û rêveberiya Biden jî li ser wan binpêkirinên çekdaran lêkolîn kir û grûpeke wan çakdaran ceza kir.

Şandiyê berê yê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey ji Rûdwê re ragihand, wan di meha 10 sala 2019an de belgeyên zelal di derbarê binpêkirinên wan grûpan de radestî Tirkiyê kirin, piştre lêpirsên bi hinekan re hate kirin.

Jeffrey dibêje, hin encamên wan lêkolînan jî ne bi dilê Amerîka bû, ji ber wê yekê jî Îdareya Joe Biden grûpeke wan çekdaran ceza kir.

James Jeffrey got, “Bê guman hêzên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, tawan kirine, Rêveberiya Bidin lêkolîn derbarê wê yekê kirin û ceza dan ser yek ji wan grûpan.”

Jeffrey di berdewamiya axaftina xwe de got, “Destpêka Cotmeha 2019an me belgeyên zelal pêşkêşî hikûmeta Tirkiyê kirin derbarê kiryarên hevpeymanên wan de, lêkolîn ligel hinek ji wan hat kirin, hinek ji encamên lêkolînan ne li gorî dilê me mebûn, lewra rêveberiya Amerîkayê ceza danî ser grûpekê wan çekdaran.”

Bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê li gel bajarên Bab, Cerablus, El Rai, Ezaz, Idlib û dewrûberên wan bajaran, di destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ne ku Tirkiye bi awayekî aktîv piştevaniya wan dike.

Heta niha bi sedan raport ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî û navdewletî ve li ser binpêkariyên wan grûpên çekdar hatine belavkirin.

Jibilî êriş, kiryar û binpêkariyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûne.