UNHCR Kampa Mexmûrê asteng kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) a li Iraqê li ser Twitterê ji bo çend demjimêran hesabê Twitterê ya Kampa Mexmûrê blok kir. Hesabê Twitterê ya Kampa Mexmûrê ji UNHCRê pirs kir “ We çima em asteng kirin?”

Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) a li Iraqê li ser Twitterê hesabê Kampa Mexmûrê blok kir, lê piştî çend demjimêran hesabê Kampa Mexmûrê ragihand “Piştî rexneyan bi bêdengî bloke hat rakirin. Spas ji bo her kesê ku piştgiriya me dike. Sipas ji bo piştgirîya we.”

Kampa Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê ye, hesabê wê yê Twitterê ji bo penaberên Bakurê Kurdistanê, li ser tora civakî ya Twitterê, piştî astengkirina nameyekê ji UNHCR-Iraqê re nivîsand û pirs kir "We çima me asteng kir?"

Piştî astengkirina hesabê kampa Mexmûrê, Twitterê ji kampa Mexmûrê re nivîsand "Hûn ji bo şopandin û herwiha dîtina tweetên UNHCR-Iraqê hatine astengkirin.”