Çekdarên opozisyona Sûriyê 170 darzeytûn li gundekî Efrînê birîn

29-12-2021
Hisên Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku çekdarên opozisyona Sûriyê 170 darzeytûn li gundê Qeretepe yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê birîne.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşema bihorî hejmarek çekdar 170 darzeytûn li ser rêya Heleb-Efrîn, li gundê Qeretepe yê li rojhilatê Efrînê birîne.

Li gor heman çavkaniyan, ew darzeytûn ên welatiyekî bi navê Mihemed Şêxo ne ku bi xwe xelkê gundê Qeretepe ye.

Li gor çavkaniyên ji nav Efrînê, di demsala zivistanê de, birîna darzeytûnên cotkarên Efrînê bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê û Ereb û Turkmenên hawirde zêde dibe, ji ber darên birî wek êzing difiroşin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst