Cemîl Bayik: Yên li dijî perçebûna Tirkiyê disekinin Apo û PKK ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ragihand, “yên li dijî perçebûna Tirkiyê disekinin, Apo û PKK ne. Ji bo vê berdelên mezin didin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, beşdarî bernameyeke taybet a kanaleke nêzikî PKKê bû û rewşa herî dawî ya li Kurdistanê û navçeyê nirxand.

Cemîl Bayik derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de got, “eger Kurd bibin xwedî statuyekê, li Sûriyê rewşeke demokratîk dê derkeve holê. Ev yek jî dê bandoreke mezin li ser Tirkiyê bike û AKP û MHP jî wê demê nikarin bibin desthilat. Ji bo ku Osmaniya nû ava bikin, rê li ber statuyeke Kurdan li Sûriyê digirin. Li dijî gelan û Kurdan dijminatiyê dikin.”

Cemîl Bayik pevçûn, rûdan û pêşhatên li Rojhilata Navîn weke ‘şerê cîhanê yê sêyem’ bi nav kir û got ku ew şer dê kurtir bibe û diyar kir, “Dewletan berî niha bi rêya hêzên din ev şer dimeşandin, alîkariya grûpên girêdayî xwe dikirin. Lê niha ew dewlet daketine qadê û ketine nav şer. Niha dewlet wî şerê birêve dibin.”

Bayik herwiha got ku gefa DAIŞê bi dawî nehatiye û di warên serbazî, siyasî û civakî de berdewam dike û ragihand, “modernîteya kapîtalîst DAIŞ damezrand û heta ku dewletên li Rojhilata Navîn ji nav neçin, ev rêxistin dê her tim hebin.”

Wî berpirsê PKKê diyar kir ku ew piştevaniya danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê dikin û got ku Rêveberiya Xweser ti caran behsa avakirina dewleteke cuda nekiriye û gotiye ku ew beşek ji Sûriyê ne.

Di berdewamiya gotinên xwe de Cemîl Bayik got, ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan  “her tim li hemberî gelan û Tirkiyê bi awayekî berpirsyar tevgeriyaye û ji bo pirsgirêkên Tirkiyê bernameya demokrasî û çareseriyê pêş xistiye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyê difikire.”

Bayik got ku Abdullah Ocal dixwaze Tirkiyê demokratîk bike û ragihand, “Ji bo vê jî divê gelê Tirkiyê yên ku hîn jî alîkariya AKP-MHPê dikin, bizanin ku ew dijminên wan ên mezin in. Ew dijminahiyeke mezin ji bo Tirkiyeyê dikin. Ew ji bo gel bixapînin dibêjin; ‘Apo, PKK û gelê Kurd Tirkiyê perçe dikin. Halbûkî yên Tirkiyê perçe dikin ew bi xwe ne. Yên ku li dijî wê disekinin û berjewendiyên gelê Tirkiyê diparêzin Apo, PKK û gelê Kurd e ku têkoşîna wê dike. Ji bo wê berdêlên mezin dide, divê ev yek baş bê famkirin.”