Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Bahadîn kir

29-12-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Selahedîn Bahadîn Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hilbijartina wî weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, pîrozbahî li Selahadîn Bahadîn kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî li gel Selahedîn Bahadîn encam da û pîrozbahî jî lê kir ku di kongreya 8emîn a wê hîzbê de dubare weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtû hatiye hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bi boneya 8mîn kongreyê pîrozbahî li tevahiya serkirde, endam û alîgirên wê hîzbê jî kir û hêviya serkeftinê ji karûbarên kongreya wan re xwest.

Selahadîn Bahadîn jî di wê peywendiya telefonî de ji ber piştevaniya wî spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

8mîn kongreya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê duh li Hewlêrê dest pê kir û di yekem roja wê kongreyê de Selahedîn Bahadîn careke din weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst