MÊRDÎN – Garis ji ber barana zêde nehate berhevkirin

Amed (Rûdaw) -  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji ber barana dijwar a ku 2 meh in bê navber dibare, bandoreke xirab li ser 900 hezar donum erdê cotkaran kir. Heta niha 400 hezar ton garisê cotkaran di nava zeviyan de riziyane. Cotkar ji ber axa bi herî nikarin garisên xwe biçînin. Ji ber vê yekê bang li rayedarên dewletê dikin ku çareyek ji zirara wan re bibîne.  

 

Beriya Mêrdînê ango Deşta Qoserê ku bi berhemên xwe yên pembo, genim, ceh, nîsk û garisê xwe navenda hilberîna zexîreyê ye, îsal di çandiniyê de şikesteke mezin xwar.


Bi hezaran cotkarên li Qoserê, li ser nêzî milyonek donum zevî îsal weke berê duyemîn garis çandin. Lê ji ber barana dijwar ku ev 2 meh in dibare garis di nava zeviyan de riziyayî ma. Bi sedan hezar ton garis kufikî bû û cotkar nikarin ji nava zeviyan biçinin.


Derbarê vê yekê de Serokê Komeleya Cotkarên Mêrdînê Mikaîl Erbey ji Rûdawê re wiha got: “Îsal baran pir pir hat. Bi wê baranê re garis giş li erdê ma. Cotkar nema dikarîn bikevin nava erdê xwe, nema dikaribû biçîniya. Ji ber vê yekê dirize, kufnikê davêjê, xira dibe. Cotkarên me perîşan in.”


Mehmet Batihan jî li gundê Xanesorkê ya Dirbêsipiya Qosera Mêrdînê cotkarî dike. Wî îsal 700 donum erd garis ajotiye. Lê baran dijwar bi sedan ton garisê wî rizandiye. Ew bi dilşewatî li ser halê xwe difikire û dixwaze hikûmet ji qerebûkirina zirara wan re çareyek bibîne.


Cotkar Mehmet Batihan jî got: “Cotkar giş mexdûr in. Zirar nayê gotin. Em ne dikarin deynê xwe yê mazotê bidin, ne dikarin deynê xwe yê gubreyê bidin, ne dikarin deynê xwe yê îlacan bidin. Garisê me wisa li erdê maye.”


Bi qasî cotkaran bazirganên garisan jî îsal zirar kirine. Lewre ji ber ku cotkaran nekarî berên xwe biçinin, ew jî niha destvala ne. Ew bang li rayedaran dike ku di polîtîkaya çandiniyê de gavên di berjewendiya cotkaran de bavêjin.


Bazirganê garisan Mehmet Henîfî Muslumoglu jî wiha axifî: “Banga min heye; Serokomarê Tirkiyeyê digot ez bêkesê bêkesan im. Ez ji bo bêkesan dengek im, dengekî bi kar tînim. Cotkarên welatê te bêkes in. Gelo çima tu nabî dengê wan.”


Ji ber barana dijwar a îsal li Qoser, Nisêbîn, Dêrik û hin navçeyên Mêrdînê cotkar nikarin garisên xwe rakin. Ji ber ku çinîna garisan pêk nehatiye, ajotina genim jî bi derengî ketiye. Ew niha ditirsin hem ji garis û hem jî ji genim bibin.