Erdogan namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê eşkere kir

29-12-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol AK Partî Recep Tayyip Erdogan
A+ A-
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ligel namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzedê 39 navçeyan ên partiya xwe eşkere kir. Erdogan ragihand ku namzedê AK Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binalî Yilirim e.

AK Partî li Salona Sinan Erdem Sporê ya Stenbolê namzedên şaredariyên navçeyên Stenobolê da nasandin.


Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li salonê ligel namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzedên navçeyan Stenbolê yên partiya xwe eşkere kir.


Recep Tayyip Erdogan wiha got: "Wek AK Partî em dê him li Bajarê Mezin û him jî li hemû navçeyan bi namzedên ku wê bi hemû hebûna xwe bo Stenbolê bixebitin derkevin pêşberî gel. Niha Stenbol di merheleya rêyek û tercîheke nû da ye. Înşeallah Stenbolê êvara 31ê Adara 2019an ji bo ku şêniyên wê li her derê kêfxweş bin, hizûr û aramî hebe û bibe bajarekî kêfxweşiyê şaredarên ku bikaribin bajêr ber bi pêşerojê va bibin hilbijêre."


Erdogan rexne li CHPê girt û got: "Heger talûkeya herî mezin erdhej be, talûkeya herî mezin ya siyasî jî hişmendiya CHPyê ye.Heger CHP nav û kirasê xwe jî biguherîne gel dîsa ji deng CHPyê nas dike. Miletê me (CHPê) çawa nas dike? Ji dewra yekpartiyê pê ve bi zilma wê nas dike. Bi piştevaniya ku da derbe û cuntayan nas dike. Ji ber ku li terorîstan xwedî derdikeve nas dike. Ji neyariya li hemberî bawerî, çand û dîroka xwe nas dike. Bi têkiliya ku bi rêxistinên terorê re danî nas dike. Ji ber ku welatê xwe li dervayî welêt gilî dike û bi vî awayî li pey berjewendiya siyasî baz dide, nas dike. Ji serokê giştî ku bi xwe newêribû ji bo serokomariyê bibe namzed, nas dike."


AK Partiyê li navçeya Adalarê Ozlem Oztekin Vural,  li Arnavutkoyê Ahmet Haşim Baltaci, li Ataşehirê Îsmaîl Erdem û li Avcilarê Îbrahîm Ulusoy, li Bagcilarê Lokman Çagrici, li Bahçelîevlerê Hakan Bahadir, li Bakirkoyê Mehmet Umur û li Başakşehirê Yasîn Kartoglu,  li Bayrampaşayê Atîla Aydiner, li Beykozê Murat Aydin, li Beylîkduzuyê Mustafa Necatî Işik, li Beyogluyê Haydar Alî Yildiz, li Buyukçekmeceyê Mevlut Uysal, li Çatalcayê Mesut Uner, li Çekmekoyê Ahmet Poyraz, li Esenlerê Mehmet Tevfîk Goksu, li Esenyurtê Azmî Ekincî, li Eyupsultanê Deniz Koken, li Fatîhê Ergun Turan, li Gazîosmanpaşayê Hasan Tahsîn Usta, li Gungorenê Bunyamîn Demir, li Kadikoyê Ozgul Ozkan Yavuzê, li Kagithaneyê Mevlut Oztekin, li Kartalê Ebubekir Taşyurek û li Kuçukçekmeceyê Temel Karadeniz wek namzedê şaredariyê nîşan da.


AK Partiya herwiha wek namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst