Arşîva 100 salî kirin xwelî
Koye (Rûdaw) – Çapuk Seyîd Umer ku berpirsê arşîva Koyeyê ye, dema ku bixwaze kopiyeke belgenameya desteserkirina dayîka xwe ku demek ji aliyê rejîma Beisê ve hatibû desteserkirin, bi dest bixe, gelek bi hêsanî dikaribû derxe, lê belê hefteyeke berê ew arşîva sed salî ya navçeya Koyeyê, ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.
Roja 19ê Berfanbara 2017an, hin niştecihên navçeya Koyeyê û nahiyeya Teqteqê, ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê xwepêşandan kirin û xwepêşanderan baregehên partiyan û çendîn fermangehên hikûmetê şewitandin û di nav wan de jî arşîva sed salî ya Qayimeqamiya Navçeya Koyeyê û Muzexaneya Teqteqê hene.
Qayimeqamê Berê yê Koyeyê Çapuk Seyîd Umer li ser arşîva qayimeqamiyê ji Rûdawê re ragihand: “Arşîva navçeya Koyeyê li nav avahiya qayimeqamiyê dihate parastin. Bûyerên mezin û biçûk ên vê navçeyê, weke belge û dokument têde dihatin veşartin, giringî û taybetiya wê hebû, kî bixwaze dikaribû dokumentên di derbarê xwe de werbigre.”
Çapuk Seyîd Umer weke mînak kopiyekê nîşan dide, ku belgeya desterserkirina dayîka xwe di arşîvê de dîtiye û kopiya wê belgeyê wergirtiye. Umer diyar dike, ku ji ber nemana arşîvê, Koyeyê zirareke mezin dît û çareseriya wê jî tine ye, çimku bi ti awayî ev valahî dê tije nebe.
Umer aşkere dike, dema ku ew Qayimeqamê Koyeyê bû, projeyek pêşkêşî Wezareta Navxweyî kiriye û daxwaz kiriye ku zêdetir giringî bidin arşîvê û di nav sindoqên mezin û bihêz de biparêzin û herwiha hewl bidin ku dokumentan veguhezînin ser komputerê û di nav CDyan de biparêzin.
Koye di sala 1918an de bûye navçe û yek ji navçeyên kevn ên Başûrê Kurdistanê ye, lê hêrsa beşek ji niştecihên bajarê Koyeyê, rê neda arşîva sed salî ya wê navçeyê li cihê xwe bimîne.
Nivîskar û arşîvdost Rehber Seyîd Birayîm diltengî û nîgeraniya xwe li hember şewitandina qayimeqamî û muzexaneya Teqteqê nîşan da û got: “Şewitandina arşîvan gelek metirsîdar e, ev çandeke paşketî û neşîrîn e. Nizanim bi çi mebestê ev tişt hate kirin. Kesên ku beşdarî vî karî bûne, qîmeta wê arşîva dîrokî nizanin. Divê li ser wê arşîva qayimeqamiyê li navend û akademî û zanîngehên Kurdistanê lêkolînên bi hûrgilî hatibana kirin, lê niha bûye xwelî, hetanî Muzexaneya Teqteqê ku ti pêwendiya wê bi hikûmetê tine ye hatiye şewitandin.”
Rehber Seyîd Birayîm aşkere dike ku bandora tinebûna wê arşîvê dê di siberojê de derkeve holê.
Kawe Teyîb ku li ser dîroka Kurdan mastera wî heye, li ser bûyerên çend roj berê ji Rûdawê re ragihand: “Em miletekî wisa ne ku hişê me yê kurtbîn, ji hişê me yê dûrbîn baştir e, lewma em her dem gelek kêm giringî didin dîroka xwe û bala xwe gelek kêm didin ser arşîvê û parastina wê. Weke mînak, piştî serdema Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî), ji bo bidestxistina zanyariyên bûyeran û dîroka me, piraniya çavkaniyên li ber destê me, çavkaniyên biyanî ne.”
Kawe Teyîb li ser şewitandina arşîvê diyar kir, ku xwepêşanderan dibêjin "li dijî gendelî û nedadmendiyê xwepêşandan dikin" û diçin arşîva fermangehan dişewitînin. Teyîb herwiha aşkere kir: “Eger baweriya xwepêşanderan ew e ku hikûmet gendel e, divê hewla parastina arşîvê bidin, çimku baştirîn jêdera deftera karên hemû rayedarên berê ye.”
Keda xwebexşan belasebeb ji dest çû
Di despêka meha Gulana 2016an de, bi hewldan û xebata neh xortên xwebexş, Muzexaneya Teqteqê hate vekirin. Karwan Nazim ku ji desteya rêveberiya muzexanê ye ji Rûdawê re ragihand: “Di nav Galerî û Muzexaneya Teqteqê de, şûnwarên dîrokî û çandî û herwiha kelûpelên ku vê navçeyê tîne bîra mirov, tablo û karên destan û hunermendan hebûn. Me bi armanca arşîvkirin û komkirina berhemên dîrokî yên Teqteq û gundên derdora wê ava kiribû.”
Muzexaneya ku ti pêwendiya wê bi ti wezaretê tine bû û ji aliyê xwebexşan ve dihate birêvebirin, di 19ê Berfanbarê de ji aliyê xwepêşanderên bajarokê Teqteqê ve hate şewitandin û arşîva ku salek û nîv e dihate berhevkirin, di nav saetekê de hemû şewitîn.
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan