FLAŞ - Rojavayê Kurdistanê bi fermî bû 'Federaliya Bakurê Sûriyê'

Hewlêr (Rûdaw) – Îro pênşemî 29ê Kanûna 2016ê, Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de, navê nû yê sîstema rêvebiriyê li Rojavayê Kurdistanê aşkere kir û Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ragihand.

 

Îro sêyemîn roja civîna Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû.

 

Di sêyemîn roja birêveçûna civînê de, Meclîsa Damzerêner daxuyaniyek rojnamevanî li dar xist û tê de encamên civînên xwe yên 3 rojî û prensîpên ku aliyên beşdar di civînan de li ser wan li hev kirine, aşkere kir.

 

Di konfransê de, daxuyaniya dawiya duyemîn xûla civînên Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê hat xwandin û tê de, bi fermî avabûna sîstema federalî li herêmên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatine kontrolkirin, hat ragihandin.

 

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Damezrêner Mensûr El-Selûm ve hate xwandin û tê de hat gotin, ku li herêmên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê, sîstema federalî tê avakirin.

 

Mensûr El-Selûm ragihand: “Arîşeyên Sûriyê pêwîstî bi çareseriyek bingehîn hene û ragihandina sîstema federalî li bakurê Sûriyê pêngaveke ji bo çareserkirina arîşeyên Sûriyê.”

 

El-Selûm got: “Sîstema federalî li bakurê Sûriyê, bo cîbicîkirina demokrasiyê li Sûriyê ye û çend hêzên siyasî di damezrandina sîstema federaliya li bakurê Sûriyê de beşdar in.”

 

Hevserokê Encumena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê diyar kir: “Em di vê baweriyê de ne, ku em dikarin arîşeyên xwe, li Sûriyê û di nava xwe de çareser bikin.”

 

Mensûr El-Selûm amaje bi nebûna destûreke demokratîk li Sûriyê kir û destnîşan kir: “Heta niha Sûriyê destûreke demokratîk nîne û ew jî mezintirîn arîşeya dewleta Sûriyê ye. Di sîstema federaliya Bakurê Sûriyê de erk û mefên hemûyan bi yeksanî hatiye diyarkirin.”

 

El-Selûm rexne li desthilata siyasiya Sûriyê girt û got: “Desthilata Komara Sûriyê, arîşeyeke mezin a siyasî heye û nekariye hikûmeta hevwelatîbûnê çê bike.”

 

Hevserokê Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê di berdewamiya vê konfransa rojnamevanî de, reşnivîsa Peymana Civakî (destûr) ya ku di civînên Rimêlanê de hatiye pejirandin, xwand.

 

Li gorî daxuyaniya ku Mensûr El-Selûm, Peymana Civakî ya Federaliya Bakurê Sûriyê ji 8 prensîpên, Netewa Demorkatîk, Bingeha Komara Federaliya Demorkatîk, Bingeha Destûra Demokratîk, Bingeha Parastina Xweser, Bingeha Pirsa Azadiya Jinê, Bingeha Aborî û Bingeha Ziman û Rewşenbîriyê pêk tê.

 

Roja sêşemî 27ê Kanûna 2016ê, Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi civînêên xwe yên xûla duyem kiribû.

 

Civîn ji bo pejirandina reşnivîsa Peyamana Civakî ango destûrê hatibû lidarxistin.