EFRÎN – Çekdaran bi kêmanî 50 KURD rehîne girtin

30-12-2015
RÛDAW
Nîşan Efrîn El-Nusra Ehrar El-Şam Kurd Rehîne
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Çekdarên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra hejmarek ji hemwelatiyên Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê rehîne girtin.

 

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re da zanîn, ku şeva borî dema ku 5 otomobîlên ji curê Mînîbûs ên Herêma Efrînê ji bajarê Heleb vedigeriyan, ji aliyê çekdarên Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam ve hatin rawestandin.

 

Çavkaniyê Rûdawê diyar kir, ku çekdarên her du komên tundrew ên îslamî tevahiya hemwelatiyên ku di nava her 5 Mînîbûsan de bûn, rehîne girtin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, hejmara wan hemwelatiyan bi hûrî û diristî nehatiye zanîn, lê belê tê texmînkirin ku derdora 40 heya 50 kesî hatibin girtin.

 

Heta niha ew welatî li cem çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şamê girtî ne.

 

El-Nusra û Ehar El-Şamê îşev Ezaz û Efrîn dan ber top û hawinan

 

Çekdarên Eniya El-Nusra û Eharar El-Şam îşev bi top, hawan û çekên giran êrişî gundên kurdan li bajarê Ezazê û Kantona Efrînê jî kirin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê, îşev çekdarên her du komên Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şamê dest bi êrişên xwe bo ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û gundên kurdan ên li derdora bajarê Ezazê kirine.

 

Çekdarên El-Nusra û Ehrar Şam bi dijwarî gundên Malikiye û Şewarixa yên girêdayî Ezazê didin ber topan û hawinan.

 

Her du gund bi qasî 7 kîlometran li aliyê başûr-rojavayê bajarê Ezazê dûr in.

 

Herwiha çekdarên her du komên îslamî yên tundrew gundê Kefer Cene ya li navçeya Şera ya ser bi Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve jî bi giranî topbaran dikin.

 

Hat zanîn, ku piştî êrişên çekdaran, şervanên Hêzên Sûriya Demokrat û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bjî bersiv dane wan û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de diqewimin.

 

Li eniyên her du navçeyên Cindirês û Şêr Ava yên girêdayî Kantona Efrînê jî di navbera şervanên YPGê li aliyekê û çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şamê li aliyê din şer derketiye.

 

Li gor agahiyan, çekdaran li navçeya Cindirisê êrişî her du gundên Dêr Belût û Dêwa û li navçeya Şêr Awa êrişî gundê Basofanê kirine û li wir jî pevçûnên giran di navbera her du aliyan de çê bûne.

 

Derbarê encamên êrişên îşev û hejmara kuştî û birîndaran de hêj ti agahî nehatiye bidestxistin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst